Şampiyonê Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an di encama pêşbirka fînalê ya di navbera Almanya û Arjantînê de diyar bû.
Di têkoşîna fînalê de Almanyayê Arjantîn 1 û 0 têk bir û bû xwediyê Kûpaya Dinyayê.
Pêşbirk li Stada Maracanaya li bajarê Rîo de Janeîroyê hat lîstin û hakemtiya pêşbirkê Nîcola Rîzzoliyê îtalyayî kir.
Almanya di deqîqeya 113mîn de bi gola Mario Gotze ve bi ser ket û kûpaya dinyayê qezenc kir.