TÛNCELÎ
Armanca werzişvanên kaşûna biteker û patenê ya ku li navçeya Ovacika Tûnceliyê xebatên xwe didomînin, dixwazin ku pêşbaziyên merheleyan derbas bikin û beşdarî Şampiyoniya Tirkiyeyê bibin û li wir serkeftinê bi dest bixin, pişte li ser navê welat beşdarî şampiyonayên navneteweyî bin.
Hîndekarê kaşûnê Elîf Aşkin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Aşkin got ku dê ji meha kanûna pêşîn ve hefteyê çar rojan bi 30 werzişvanên ku temenê wan di navbera 9 û 15 salan de ne, ji bo pêşbaziyê antrenmanê bikin.
Aşkinê got ku werzişvan eleqeyeke mezin nîşanî kaşûna biteker didin, li navçeyê berf demeke dirêj li erdê dimîne, min jî xwest em ji vê yekê sûd werbigirin. Aşkinê destnîşan kir ku werzişvanên ovacikî ji bo serkeftinê gelekî dixebitin û got ku hewcehiya me bi tenê piştgiriya madî û manewî ye, em ji kesên xêrxwaz piştgiriyê dixwazin.
Aşkin diyar kir ku digel bêderfetiyan di sala 2012an, dîsa di demeke kurt de xwe amade kirin û di pêşbaziyên merheleyan de ketine derecê, îsal bi awayekî derûnî û fizîkî ji bo pêşbaziyan hê baştir xebitîne.
Ji werzişvanan Soner Kayaoglu got ku ez ji patenê gelekî hez dikim. Ez par bûbûm duyemîn, îsal bêtir dixebitim û armanca min ew e ku bibim yekemîn.
Seher Îbîşoglu jî diyar kir ku ev salek e kaşûna biteker dike û wekî antrenora xwe dixwaze bibe werzişvana neteweyî.
Umut Gurcan jî got ev 5 sal in ku reva bikaşûn dike, hefteyê çar rojan beşdarî antrenmana dibe. Gurcan da zanîn ku di Şampiyoniya Tirkiyeyê de ji bo yekemîniyê têdikoşe û got ku di tîma neteweyî de cihgirtina di nav yek ji armancên min ên girîng de ye.