MADRÎD
Barcelonaya Şampiyonê lîga heyama par û Atletîco Madrîda ku Qûpaya Qral qezenc kiribû ji bo Qûpaya Sûper hatin hemberî hev. Pêşbirka fînalê 0 û 0 bi beramberî qediya û Barselona bû xwediyê Qûpaya Super.
Pêşbirka ewil a ku li qada Vîcente Calderonê hat lîstin 1 û 1 bi beramberiyê qediya. Rovanşa pêşbirkê jî li qada Noû Campê hat lîstin û ev pêşbirk jî 0 û 0 qediya.
Bi vê skorê Barselona bû xwediyê Qûpaya Sûper, lewra Barcelona li qada Vîcenta Caldorena ya Atletîco Madrîdê bi skora 1 û 1ê veqetiyabû û li qada xwe jî gol nexwar bi vê avantajê bû xwediyê Qûpaya Super.
Di vê pêşbirkê de di deqîqeya 89emîn de Lîonel Messî penaltî avêt lê nebû gol.
Arda Tûranê fitbolîstê Atletîco Mardîdê yê ku piştî deqîqeya 72emîn cihê xwe ji Adrîan re hişt. Piştî vê Arda Tûran li keviya sehê bû yêdek, lê ji ber ku li wir îtiraz li biryara hakem kir di deqîqeya 91emîn de cezayê qarta sor xwar.