Di pêşbirka ewil a tura 2yan ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Bayer Leverkusenê bi gola Hakan Çalhanoglu ve tîma Atletîco Madrîdê 1-0 têk bir.
Di deqîqeyên dawiyê yên pêşbirkê de du firsend ketin destê Atletîco Madrîdê lê belê qelevan Leno destûr neda ku top here qeleyê.
Nîva ewil a pêşbirkê 0-0 berambere qediya.
Di deqîqeya 57an de Hakan Çulhaoglu bi pasa Bellarabî ve golek avêt û Bayer Leverkusen pêş ket.
Di dewama pêşbirkê de firsendên rind neketin destê tîma îspanyol û pêşbirk bi golekî ve qediya.
Bayern Leverkusenê beriya rovanşê firsendeke baş qezenc kir.
Lîstikvanê neteweyî Arda turan di deqîqeya 64an de ji maçê derket û dewsa wî Fernando Torres lîst.
Hakan Çulhaoglu di deqîqeya 87an de ji pêşbirkê derket û dewsa wî Brandt kete lîstikê.
Rovanşa pêşbirkê yê di 17ê adarê de li Madrîda paytextê Îspanyayê bê lîstin.