Elif Orhan
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 08 Tebax 2019
Endamên Kulûba Werziş û Tebîetê ya Newalê ya Bidlîsê derketin serê Çiyayê Nemrûdê ya 2 hezar û 800 mêtro bilind e.
Hezkiriyên tebîetê atmosfera aramiyê ya ku bi operasyonên serkeftî hat pêkanîn wek firsend dibînin û bi çalakiyên wekî meşên tebîetê û hilkişîna çiya xweşikahiyên herêmê didin nasîn.
Di vê çarçoveyê da 30 kesên ku ji çiyager û hezkiriyên tebîetê pêk tê hilkişîn serê Çiyayê Nemrûdê ya ku 2 hezar û 800 mêtro bilind e.
Hilkişînê 2 roj dewam kir û hezkiriyên tebîetê li dora Gola Kraterê ya Nemrûdê ya 2 hezar û 250 mêtro bilind kamp vedan û sibehê zû derketin lûtkeya çiyê û derketina tavê temaşe kirin, wêne kişandin.
Nûnerê Bidlisî yê Kulûba Weriş û Tebîatê ya Newalê Abîdîn Araboga daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi ekîbeke ku ji 30 kesî pêk tê li Dora Gola Kraterê ya Nemrûdê kamp vedan.
Arabaga diyar kir gelekî kêfxweş bûn ku li çiyayê 2 hezar û 800 mêtro bilind e derketina tavê temaşe kirin û wiha axivî:
"Dîmenên gelekî xweşik hebûn. Me li lûtkeyê fitûr xwar û paşê bi awayekî ewledar ji zinaran daketin xwarê. Sibehê ji bo ku zû bigihin lûtkeyê em demek dirêj bê mola meşiyan. Em dixwazin ku herkes derkeve vir. Em her hefteyê ekîban tînin Nemrûd û çiyayên din ên herêmê. Hefteya borî 38, vê hefteyê 18, hefteya bê jî plan dikin ku 50 kesî bînin. Em ji bo nasandina vê herêmê xebatên xwe didomînin. Bila bên û xweşikahiya vê derê bibînin."
Çiyager Emre Guzelsoy jî diyar kir ku berê hilkişînê li Gola Kraterê ya Nemrûdê kamp vedan û wiha axivî: "Yek ji cihên herî xweşik ên welatê me yê ku divê bê dîtin ev der e. Ez pêşniyaz dikim ku herkes bê vê derê. Parkureke zehf dijwar nîne."