ÎSTANBUL
Fenerbahçe ji bo heyama nû maçên amadehiyê dike, di pêşbirka 3emîn a ku bi PSV Eîndhovenê re hat hemberê hev 2 û 0 têk çû.
Tîma Hollandayê di deqîqeya 15mîn de bi gola Matavz ve pêş ket. Nîva ewil bi vê skorê bi dawî bû. Di nîva duyemîn de jî Locadîa di deqîqeya 71emîn de gok avêt qeleya Fenerbahçeyê û PSV Eindhoven bi vê golê 2 û 0 bi pêş ket.
Di maçê de ji bilî van tu gol nehatin avêtin û pêşbirk bi 2 û 0 têkçûna Fenerbahçeyê bi dawî bû.
Fenerbahçe di pêşbirkên amadehiyê de cara ewil e ku him gol neavêt û him jî têk çû.
Beriya sezona nû Fenerbahçeyê Boluspor û Khazar Lankaranê 4 û 0 têk biribû. Fenerbahçe bi vê skorê di rahêneriya heyama Ersun Yanal de jî cara ewil têk çû.