ANKARA
Di pêşbirka fînalê ya Kupaya Tirkiyeyê ya Zîraetê de Galatasarayê tîma Bursasporê 3-2 têk bir û bû şampiyon.
Di deqîqeya 27an de Bursaspor bi gola Fernando ya bi penaltiyê 1-0 pêş ket. Di deqîqeyên 40 û 48an de jî Galatasarayê bi golên Burak Yilmaz skor kir 2-1. Paşê dîsa Bursasporê vê dorê di deqîqeya 48an de bi gola Volkan Şen skor kir 2-2. Galatasarayê jî di deqîqeya 60an bi gola Burak Yilmaz skor kir 3-2 û reqîbê xwe têk bir.
Pêşbirk bi vê skorê qediya û Galatasaray bû şampiyonê Tirkiyeyê.