ANTALYA
Di Lîga Super a Spor Totoyê de pêşbirka Medîcal Park Antalyaspor û Galatasarayê 2-2 beramber qediya.
Galatasaray û Medîcal Park Antalyaspor di heftêya 21emîn ya Lîga Super a Spor Totoyê de hatin hemberî hev. Pêşbirka ku di sahaya Medîcal Park Antalyasporê de hat lîstin, beramber qediya.
Futbolîstê Galatasarayê Burak bi pasa Telles di deqîqeya 7emîn de gola tîma xwe ya ewil avêt û rewş bû 0-1. Tîtayê Antalyasporê di deqîqeya 32yem de bi pasa Mûrat Duruer gol avêt û rewşa pêşbirkê kir 1-1. Futbolîstê Antalyasporê Dîarra di deqîqeya 45em de li topê da, top li Ceyhûn ket û bû gol. Medîcal Park Antalyaspor bi gola Dîarra 2-1 pêş ket. Galatasaray di deqîqeya 86em de bi gola Umut gihîşt reqîbê xwe û skor bû 2-2. Pêşbirk bi 2-2 beramber kuta bû.
Galatasarayê ji vê pêşbirkê pûanek hilda û pûanê xwe derxist 41an.