Fitbolîstê Barcelonayê Lîonel Messî bi 'bacnedayînê' dihat sûcdarkirin û ji ber vê der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê ji dadgeha ku dozê dişopîne xwest ku bila dosyeya der heqê lêpirsînê de bavêje arşîvê, lê Dadgeha Îspanyayê ev daxwaz nepejirand û red kir.
Dozgeriyê diyar kiribû ku hemû pereyên Messî ji aliyê bavê wî Jorge Horacîo Messiyê ku wek nûnerê wî ye, hatiye îdarekirin û ji ber vê jî Messî der heqê bikaranîna pereyên xwe de biryar nedaye.
Dadgeha li Gavaya navçeya Barcelonayê jî ev hincet red kir û ji bo fitbolîst Messî û bavê wî Jorge Horacîo Messiyê ku bi 'bacrevandin û bacnedayînê' tên sûcdarkirin bên darizandin, rêya darizandinê vekirî hişt.
Messiyê ku pereyên di sala 2007, 2008 û 2009an de ji reklaman qezenc kir û ji Wezareta Darayiyê veşart, bi qasî 4 milyon û 100 hezar euro 'bacrevandin û bacnedayînê' dihat sûcdarkirin. Di pêvajoya lêpirsînê de Messî jî bi Wezareta Darayiyê re li hev kiribû û hemû deynê cirma ku lê hatibû birîn, dabû.