Mehmet Emin Gürbüz
06 Tebax 2026•Rojanekirin: 06 Tebax 2026
Ugur Adem Gezerê Kaptanê tîma Mardîn 1969 Sporê ku piştî 18 salan derket Lîga 1em a Trendyolê diyar kir ku ew ê di vê sezonê da lîstikeke dînamîk, bipergal û bi kêfxweşî bidin temaşekirin
Tîma sor û laciwerd ku amadekariyên xwe yên sezona nû li otêleke li Geredeya navçeya Boluyê didomîne, bi rêberiya dîrektorê teknîkî Ahmet Cingoz va rojê bi du antrenmanan xwe ji bo maça yekem a sezona nû amade dike. Ev maç di 8ê Tebaxê da li deplasmanê dê bi Umranyasporê ra were lîstin.
Kaptanê tîmê û lîstikvanê stoper Ugur Adem Gezer ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku xebatên kampê wekî ku hatibû plankirin berdewam dikin û di demeke kurt da di nava tîmê da yekîtiyeke bihêz ava bû.
Ugur bal kişand ku ew bûne tîmeke baş û dînamîk û her wiha destnîşan kir ku dorhêla xebata wan pir baş e û ew bawer dike ku ew ê beramberiya vê, dema lîg dest pê bike bistînin.
Ugur bal kişand ku di lîgê da hevrikên bihêz hene û wiha dewam kir, "Ev sezon dê bibe yek ji Lîga 1em a herî dijwar a van salên dawîn. Civatên pir kevnare û tîmên bi kalîte hene. Em jî dixwazin bibin yek ji tîmên biîdia yên vê lîgê. Ez difikirim ku dê sezoneke bi milmilane û xweş derbas bibe."