Türkan Tosun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Rahênerê alman Jurgen Klînsmann got futbolîstê Barcelonayê Lîonel Messî yê ku eslê xwe Arjantînê ye divê Kupaya Dinyayê qezenc bike û morê li kariyera xwe bide.
Klînsmann ji daxuyaniyek da çapemeniya Almanyayê û di daxuyaniya xwe de got ku heqê Messî ye ku ew Şampiyoniya Kupaya Dinyayê qezenc bike û wiha axivî: "Messî divê Kupaya Dinyayê qezenc bike. Sala bê li Rûsyayê şansê wî heye ku vê kupayê qezenc bike. Messî futbolîstek e, divê Kupaya Dinyayê qezenc bike û morê li kariyera xwe ya efsane bide."
Rahêner Klînsmann pesnê Messî da û wiha axivî: "Messî lîstikvanekî pir cuda ye. Dilnizm e û xwedî şexsiyeteke pir baş e. Taybetmendiya wî ya herî girîng jî golên baş diavêje."
Klînsmann pesnê futbolîstê arjantînî Dîego Armando Maradona jî da û wiha got: "Çend caran derfet çêbû ku ez li hember Maradona bilîzim. Di pêşbirkên Inter-Napolî û Almanya-Arjantînê de em hatin hembberî hevdu. Her tim dizanibû ku ewê di qadê de çawa bilîze. Maradona hunermendek bû."