Di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrîd û Atletîco Madrîd a ku tîmên Spanyayê ne dê îşev bên hemberî hev.
Atletîco Madrîda ku li Spanyayê bû Şampiyonê La Lîgayê dixwaze kûpaya Lîga Şampiyonan jî qezenc bike lê Real Madrîda ku şampiyonî ji dest çû naxwaze dev ji vê kûpayê berde.
Pêşbirka di navbera her du tîmên Spanyayî de bi saeta Tirkiyey îşev di 21.45an de li Stada Lûzê ya Lîzbona Portekîzê dê dest pê bike.
Hakemtiya vê pêşbirkê jî dê Bjorn Kûîpersê hollandayî bike.