Mutlu Demirtaştan
25 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2024
ÎSTANBUL (AA) - Umraniyespora tîma Lîga 1emîn a Trendyolê fitbolîstê neteweyî yê Fransî yê berê Nicolas Anelka wekî rêvebirê payebilind (CEO) wezîfedar kir.
Di parvekirina ser hesabê medyaya civakî ya kulubê da wiha hat gotin, "Tu bi xêr hatî profesor. Kuluba me ji bo pozîsyona CEOyê bi Nicolas Anelka ra li hev kir. Nicolas Anelka bi xêr hatiye û em jê ra serkeftinê dixwazin."
Anelkayê 44 salî di dewra xwe ya fitbolê da di tîmên girîng ên wekî Paris Saint-Germain, Arsenal, Real Madrid, Liverpool, Manchester City, Chelsea û Juventusê da leyîst û di 2005an da di Fenerbahçeyê da dileyîst.
Anelka li Çînê di Şanghay Shenhuayê da û li Hindistanê di Mumbai Cityê da wekî lîstikvan-antrenor hat wezîfedarkirin, piştî ku dev ji fitbolê berda şêwirmendiya Rodaya ekîba Hollandayê kir, di tîma ciwan a Lilleya Fransayê da jî antrenorî kiribû.
Anelka di 2021an da jî kurtedemekê dîrektoriya sportîf a Hyeresa tîma Fransayê ya lîga 4emîn kiribû.