ŞANLIURFA
Şanliurfaspor di hefteya yekemîn de li qada xwe bi Karşiyakayê re 2 û 2 beramber ma. Di hefteya duyemîn de jî bi Manîsasporê re 0 û 0 beramber ma. Bi Kahramanmaraşsporê re jî di hefteya 3emîn de hat hemberî hev û dijberê xwe 1 û 0 têk bir. Şanliurfaspor her wiha 3 hefteyan ser hev qezenç kir lê di hefteya 4emîn de têk çû.
Şanliurfaspor duh bû mêvanê tîma Şaredariya Mezin a Îstanbûlê. Di pêşbirkê de gola ewil Şanliurfasporê avêt lê tevî vê 2 û 1 têk çû.
Şanliurfaspor hefteya pêş me jî dê Tavşanli Lînyîtsporê biezimîne.