Tîma ewil ya derket fînala Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraetê
Teleset Mobîlya Akhîsarsporê tîma Galatasarayê 2-0 têk bir û derket fînalê.
Istanbul
İSTANBUL
Tîma fitbolê Teleset Mobîlya Akhîsarspor di pêşbirka duyemîn a nîvefînala Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraetê da bû mêvanê Galatasarayê. Teleset Mobîlya Akhîsarsporê tîma Galatasarayê 2-0 têk bir û derket fînalê.
Seleznovê fitbolîstê tîma Teleset Mobîlya Akhîsarsporê di deqîqeya 4emîn de golek avêt û tîma xwe 1 û 0 bi pêş xist.
Seleznov di deqîqeya 35emîn de dîsa derket holê û li hemberî Galatasarayê skor kir 2-0.
Di pêşbirkê de nîva ewil bi vê skorê qediya. Di nîva duyemîn de skor neguherî û tîma Teleset Mobîlya Akhîsarsporê derket fînalê.
Tîma Teleset Mobîlya Akhîsarsporê bi vê encamê di dîroka xwe de cara ewil e ku derdikeve fînalê.
Reqîbê Teleset Mobîlya Akhîsarsporê sibê piştî pêşbirka Fenerbahçe û Beşîktaşê wê diyar bibe.
Fînala Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraetê 9ê gulanê roja çarşemê wê li Diyarbekirê bê leyîstin.