Rahêner Fatîh Terîm beriya maça girîng diyar kir ku Tîma Neteweyî mecbûr e ku qezenc bike û wiha dewam kir: "Ji bo me ya girîng ew e ku em pûanan ji destê xwe nekin. Ez dîsa dibêjim, divê em teqez sê pûanan qezenc bikin."
Hat ragihandin, ji bo musabaqaya ku wê di A Le Coq Arenayê de bê lîstin 8 hezar bilet hatin firotin. Ji aliyê din ve, ji bo ku destekê bidin Tîma Neteweyî, ji bilî Tirkiyê ji welatên derdorê jî gelek kes çûn Tallînnê.
Pêşbirk di saet 21.30an de dê dest pê bike û Star TV dê pêşbirkê bi awayekî zindî biweşîne.