ÎSTANBUL
Tirkiye û Hollanda di çerçoveya Seridandinên Ewropayê ya Qûpaya Dinyayê ya 2014an de li Qada Şukru Saraçogluyê hatin hemberî hev.
Tîma Hollandayê di deqîqeya 8emîn de bi gola Robbenê ve 1 - 0 bi pêş ket. Ji bilî vê ji her du tîman jî tu gol nehat û nîva ewil a pêşbirkê bi 1 û 0 raseriya Hollandayê ve bi dawî bû.
Di deqîqeya 47emîn de Snaijder gola Hollandayê ya duyemîn avêt û skor bû 2 - 0.
Pêşbirk bi vê skorê qediya û Tirkiye ji bo beşdarbûna Qûpaya Dinyayê ya 2014an ji Serîdandinên Ewropayê derneket.