GAZİANTEP
Midûrê Tendurustiyê yê Bajêr Prof. Dr. Karakok divê di cejnê de ji xwarina zêde, şekir, şîraniyê dûr bisekinin. Ev xurek tesîreke neyînî li sîstema hezmê dikin û dibin sedema nexweşiyan.
Karakok di daxuyaniya niviskî de bal kişand li ser pêwistiya bi rêk û pêk û girîngiya tendurustiyê.
Karakok da zanîn ku xwarina bipergal di jiyana mirovan de xwediyê ciheke taybet e û wiha pê de çû: ''Mirovên di meha Remezanê de rojî girtin û kêmxwarin û di pergala xwarina xwe de hin tişt guherandin, wek tiştekî psîkolojîk dê di cejnê de zêde xwarinê bixwin. Xwarina zêde ya piştî cejnê dê bibe sedema nexweşînan. Di nav nexweşînan de yên herî girîng nûkirina hezmê û pirsgirêkên dilî ne. Bidawîbûna Remezanê pergala xwarina mirovan jî diguhere û di dawiyê de hin pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê.''
Karakok pêşniyar kir ku di cejnê de di şûna xwarinên giran û birûn de bila şîraniyên bi şîr û fêkî bên xwarin.