10 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Hat ragihandin ku di derguşên ji 6 mehan zêdetir şîrê dayika xwe vedixwin de rîska pençeşêra xwînê ji sedî 19 kêm dibe.
Hîndekara Makezanista Hematolojiya Zarokan a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Hale Oren ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku pençeşêra xwînê di heyama zarokatiyê de di nav pençeşêran de di rêza yekemîn de cih digre.
Oren got ku li Tirkiyeyê her sal hezar û 200 zarok nexweşiya pençerêşa xwînê dikevin û wiha axivî: "Sedema vê ne eşkere ye, lê zarok li gor mezinan zûtir baş dibin. Hin lêkolînên zanistî nîşan da ku şîrê dayikê nahêle ku ev nexweşî pêş da here."
- Şîrê dayikê bedena zarokan qewîn dike
Oren got ku di xebata dawîn a îsal hat raporkirin de makaleyên di navbera salên 1960 û 2014an de hatine nivîsandin, yek bi yek hatin lêkolînkirin û wiha dewam kir: "18 lêkolîn hatin nirxandin. Li gor van lêkolînan, pisporan 17 hezar û 500 zarokên saxlem û 10 hezar zarokên ku nexweşiya pençeşêrê bi wan re heye dan berhev. Hat dîtin ku di zarokên ji 6 mehan zêdetir şîrê dayika xwe vedixwin de rîska pençeşêra xwînê ji sedî 19 kêm dibe. Sedema vê jî ew e ku şîrê dayikê bedena zarokan qewîn dike."