Damlanur Teyhun
03 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2023
Tîma Tirkan a Solo ya Atolyeya Ceribînê ya Baxlara Diyarbekirê di TEKNOFESTa Îzmirê da di Pêşbaziya Makeathon a Ceribînê da bû duyemê Tirkiyeyê.
Tîma Tirkan a Solo ya Atolyeya Ceribînê ya Baxlara Diyarbekirê ya di bin banê Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgeha Diyarbekirê da fealiyetê dimeşîne, di pêşbaziyên hatin kirin da ji nav 1000 tîmî ket nav 16 tîmên ewil û ji fînalê ra ma.
Di navbera tîmên fînalîst ên festîvalê da di Pêşbaziya Makeathon a Ceribînê da tîma Diyarbekirê bû duyemê Tirkiyeyê.
Berpirsa Weqfa T3 ya Diyarbekirê Buşra Cinemreyê diyar kir, serbilindiya bi xebata hîndekar û xwendekaran ew kêfxweş kirin û her wiha xwendekar pîroz kirin.
Şêwirmenda tîmê Seda Coşkun Elikuçukê jî bal kişand ku ew ê xebata xwe ya ji bo hilberîna xwemalî û neteweyî bidomînin.