Di maqaleya ku di kovara "Proceedings of the National Academy of Sciences"ê de hatiye weşandin de hat diyarkirin ku li Navenda Tipê ya Zanîngeha Columbîayê ya li DYAyê û li Zanîngeha Dûhamê ya li Îngilistanê lêkolîneran ji bo tedawiya por teknîkeke nû dîtine.
Lêkolîneran ewilî ji çavikên bin çermê por raçînk hildan û ji bo porçêkirinê di laboratûarê de li serê xebitîn. Lê di ceribandinan de dîtin ku çavik di şûna por de dibin çerm.
Lêkolîneran paşê keşf kirin gava ku hucreyan dikin nav "kûreyên 3 bûut" eslê xwe winda nakin. Lêkolîneran raçînkên ku ji heft mirovan girtibûn xistin nav wan kûreyan. Paşê van çavikan danîn ser çermê mirov ên ku berê li ser pişta mişk hatibû bicihkirin.
Lêkolîneran di dawiya 6 hefteyan de mêze kirin ku ji heft mînakan pênc hebê wî bûne koka por û ji wan porê nû derketiye.
Ji Zanîngeha Columbîayê Prof. Angela Chrîstîano diyar kir ku dermanên ku niha ji bo por tên firotin yan por xurt dikin yan jî mirina kokên por bi derengî dixin.
Prof. Chrîstîanoyê got: "Di usûla ku me keşf kiriye de nexweş bi hucreyên xwe ve koka por dihewîne."
Rêveberê lêkolînê Prof. Colîn Jahodayê jî got: "Vê gavê ji me re dem û zehf lêkolîn lazim e. Wextekî şûnda keçelî bi temamî dê bê tedawîkirin."