20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Wezareta Karên Navxeyî ji 11ê Mijdarê vir va 110 şervanên terorîst ên biyanî (ŞTB) şand welatên wan.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir dersînorkirina ŞTByan a ber bi welatên wan va dewam dike.
Di vê çarçoveyê da di navbera 11ê Mijdarê û 19ê Berfanbarê da 21 Almanî, 13 Fransayî, 5 Îngilîz, 2 Belçîkayî, 2 Hollandayî, 2 Fasî, 1 Danîmarkayî, 1 Amerîkayî, 1 Yewnanî, 1 Îrlandayî, 1 Awistralyayî û kesên ji welatên din jî nav da bi tevahî 110 şervanên terorîst ên biyanî ji Tirkiyeyê hatin dersînorkirin.
Li navendên paşveşandinê niha 849 ŞBTyî yên ku wê ber bi welatên wan va bên şandin, hene û di rojên pêş da wê ew jî bên şandin.
Hat ragihandin ji bo tespîtkirina niştewaniya ŞBTyiyên li Sûriyeyê hatibûn qefaltin dewam dike, hevdîtinên bi hûrgilî li ber temambûnê ne û bi welatên eleqedar ra jî têkilî hat danîn.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di daxuyaniyên rojên curbecur kiribû da got: "Çi dibe bila be emê DEAŞiyan paşve bişînin. Em ji bo DEAŞiyan otêla tu kesî nînin."
Daxuyaniyên Soylu nîşan didin ku Tirkiye ji bo paşveşandina ŞBTyiyan çiqas bi biryardarî tevdigere.