29 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku li bakurê Iraqê di herekata hewayê ya ser mensûbên rêxistina terorê de 19, di operasyona li Çûkûrcaya herêma Hekariyê de 6 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiya ku di malpera Serokatiya Sererkaniyê de cî digire di herekata hewayê ya li herêma Garayê ya ku dikeve bakurê Iraqê de 19 kesên mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker hatin kuştin.
Di operasyona li Çûkûrcaya herêma Hekariyê jî 6 terorîst kuştî hatin bidestxistin.
Li Norşêna navçeya Bedlîsê leşkerên ku li mayîn û teqemeniya bidestçêkirî digeriyan, teqemeniya ku li ser rêhesina Tetwan-Mûşê tespît kirin di cî de teqandin. Di encama teqînê de di rêhesinê de xisar çêbû, rê ji hatûçûyê re hat girtin.
Li Tetwana navçeya Bedlîsê jî terorîstan dema ku wesayîta serwêsê derbas dibû bi teqemeniya bidestçêkirî êrîş kirin. Di êrîşê de 2 xebatkar birîndar bûn.