04 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
BAKÛ
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê hat dayîn, Azerbeycan digel ku biryara rawestandina pevçûnê daye jî Ermenistan tansiyonê zêde dike.
Hat ragihandin ku hêzên êrmenî ji bo herêmên ku ji dest wan çûne, paşve hildin, li herêmên Axdere, Terter, Hocavend û Fûzûlî êrîşî kozikên Azerbeycanê dike, guleyan berdide cî û warên ku sivîl lê dijîn.
Li gor daxuyaniyê duh serê sibê heta êvarê di pevçûnan da ji hêzên êrmenî gelek kes mirin, wesaîtên leşkerî ên Ermenistanê hatin îmhakirin. Hat gotin ku di pevçûnan da ji artêşa Azerbeycanê 3 leşker şehîd ketin.
Artêşa Azerbeycanê ji bo ewlehiya canê sivîlan, di 1ê nîsanê da dest bi operasyona kiribû, hin tepên stratejîk û cî û warên xwe paşve hildabû. Di pevçûnan da 12 leşkerên Azerbeycanê şehîd bibûn, ji 100î zêdetir leşkerên Ermenistanê hatibûn kuştin.