Necmettin Karaca
27 Hezîran 2024•Rojanekirin: 28 Hezîran 2024
Li Erdîşa navçeya Wanê 4 kesên ku dema li ser Gola Wanê bi botê va diçûn winda bûbûn, ji hêla ekîban va hatin xilaskirin.
Li Taxa Çelebîbagiyê 2 jê jin, 4 kes bi bota lastîk derketin geşta li ser Gola Wanê, lê piştî ku venegeriyan eqrebayên wan agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112yê.
Li ser vê, ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê, Tenduristiya Lezgîn ya 112yê, xozneber û cendirme çûn herêmê.
Ekîban bi Wesayîtên Esmanî yên Bêmirov ên Cendirmeyan (ÎHA), bot û kamerayên bi şev baş dibînin va ser golê geriyan.
Piştî xebatan di saet 01.30yî da bi ÎHAyan hat tesbîtkirin ku 4 kes li başûrê Girava Adirê ne.
Ekîban 4 kes xelas kirin û birin nexweşxaneyê.