MUŞ
Nazim Uzunboyluyê (63) ku li Gimgima navçeya Mûşê dijî, 46 sal e rojnameyan kom dike û di mala xwe da tomar dike.
Uzunboyluyê ku li gundê Çaylara Gimgimê cotkariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got 46 sal e rojnameyên ku dixwîne di mala xwe da tomar dike.
Uzunboylu destnîşan kir ku di lîseyê da dest bi berhevkirina rojanmeyan kir û wiha got: "Wê demê li gundan televizyon tunebûn. Min rojnameyên ku ji navçeyê peyda dikir dixwest û tomar dikir."
Uzunboylu diyar kir ku rojnameyan di odeyeke xwe da tomar dike û wiha axivî: "Gelek kes ji bo dîtina rojnameyan tên mala min. Yên ku karê tomarkirinê dikin dixwazin rojnameyên min bikirin, lê ez nadim. Heta sax bin ez ê tomar bikin û lê binihêrim."
Uzunboylu destnîşan kir ku mehê 100 lîre ji bo rojnameyan xerc dike û wiha xeberda: "Çapemeniya Tirkiyeyê zû diguhere. Kî were îqtidarê li gorî wê tevdigere. 46 sal e rojnameyan teqîb dikim. Divê çapemenî bê teref be, lê li Tirkiyeyê rewş wiha nîne. Bûyerên li welêt rojevê diyar nakin, medya rojeva welêt diyar dike."