ŞIRNAK / ŞANLIÛRFA
Li Şirnak û Sîverekê vesaît li keriyê pêz qelibîn û di encamê de 54 pez telef bûn.
Li navçeya Sîverekê ya Şanliûrfayê, tirek li keriyê pêz qelibî. Li ser rêya Diyarbekir û Sîverekê nêzikî gundê Çagayê, kamyonetek ku pleqe û nasnameya ajovanê wê nayê zanîn li keriyê pêz qelibî û di encamê de 38 mîh telef bûn.
Li Şirnakê jî kamyonetek li keriyê pêz qelibî û 16 pez telef bûn.
Kamyoneta bi pleqeya 46 NL 141 ya ku ji aliyê bajaroka Kûmçatiyê ve dihat û ber bi aliyê Cîzreyê ve diçû li keriyê pêz qelibî. Di encama qezayê de 16 heywan telef bûn û nasnameya ajovanê kamyonetê jî nediyar e.
Xwediyê keriyê pêz ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku wî pezê xwe ji qeraxê re dibir û ji nişka ve kamyonetek li pêz qelibî û got: "Kamyonet li pêz qelibî û sekinî. Ajovan dît ku pez telef bûye û qet nesekinî û çû. Me jî pezê telefbûyî ji ser rê rakir ku nebe sedema qezayek din.