08 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
ANKARA
Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) bi top û roketavêjan kozikên DAEŞa rêxistina terorê de da ber guleyan, 55 terorîst kuştin, 3 wesayît û 3 palên roketê jî îmhakirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan bi wesayîtên keşfê û raçavkirinê ve duh êvarê li Sûran, Til Xişn, Baragîdah û Kûşakcika herêmên Helebê kozik û baregehên aîdê DAEŞê hatin tespîtkirin.
Hêzên ewlehiyê cih û warên DAEŞê dan ber top û roketan, 55 terorîst kuştin, 3 wesayît û 3 palên roketê jî îmhakirin.
Dema îmhakirina kozik û baregehên DAEŞê ji hêla wesayîtên keşfê û raçavkirinê ve hatin qeydkirin.