HATAY
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa K1ê ya Samandaga navçeya Hatayê 6 mehkûman wezîfedarek birîndar kirin û ji girtîgehê reviyan.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 6 mehkûmên girtî ewilî li sergardiyan xistin û paşê jî ji girtîgehê firar kirin. Ji mehkûman 2 kes di demeke kurt de hatin girtin û ji bo yên mayî jî bên girtin hêzên ewlehiyê xebatên xwe didomînin.
Hat diyarkirin sergardiyanê ku bi destê mehkûman hatibû birîndarkirin tê derman kirin û der barê bûyerê de jî lêpirsînê dest pê kir.