Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê da zanîn ku ji gumanbarên lêpirsîna der barê îdiayên bêûsuliya di KPSSyê de 616 kes wek karmendê dewletê dixebitin.
Serdozgeriyê der barê mijarê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku di KPSSya 2010an de 3 hezar û 227 kesan ji 100 û jortirê 100î net çêkirin. Hat diyarkirin ku ji vana 616 kes hê jî karmendê dewletê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji gumanbarên ku hatin binçavkirin 2 kes ducanî ne, yek jî zarokê xwe dimêjîne. Hat destnîşankirin ku ev 3 kes ji ber van sedeman piştî muameleyên li ewlehiyê hatin serbestberdan. Dan zanîn ku 10 gumanbar li derveyî welêt in, li 10 kesên ku nehatine binçavkirin digerin.
-Di lêpirsîna tehdîtkirina dozger de hin kes hatin binçavkirin
Di vê navberê de hat diyarkirin 3 kes ji ber ku Dozgerê Komarê Yucel Erkmanê ku lêpirsîna bêûsuliya di KPSSyê de bi rê ve dibe, tehdît kirin duh bi şev hatin girtin. Hat ragihandin ku ji wan N.O li Etîmesgûtê di dibistaneke dewletê de mamoste ye.
Ekîbên Midûriya Têkoşîna bi Sûcên Malî û Organîze ya Midûriya Ewlehiyê ya Ankarayê bi telîmata Dozger Yucel Erkman dest bi xebatan kiribûn. Ekîban di encama xebatên ku bi qasî 15 mehan berdewam kirin de, duh li 19 bajaran di heman demê de operasyon biribûn li ser navnîşanê ku berê hatibûn diyarkirin. Di operasyonê de gelek kes hatibûn binçavkirin.