HEWLÊR
Ofîsa Anadolu Agencyê (AA) ya Hewlêrê bi awayekî fermî bi beşdarbûna Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdoğan, Alîkarê Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Kûbat Talabanî, Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dîzayî, Wezîrê Darayiyê yê HKIyê Rêbaz Mihemed, Wezîrê Şaredariyên HKIyê Newroz Mewlud, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî, Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemak Ozturk, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay, Serşêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hiseyîn Çelîk, Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Farûk Kaymakci, rayedarên serkonsolosxaneya Hewlêrê yên Tirkiyeyê, rojnamegerên HKI û Tirkiyeyê û rayedarên din hat vekirin.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di vekirina Ofîsa AAyê de qala heyamên ku li ser kurdîtiyê nîqaş dihatin kirin bi bîr xist û wiha got: "Lê paşê di heyama desthilatdariya AK Partiyê de him li ser van hemû meseleyan hat sekinîn û him jî kurd di serî de hebûna hemû nijad û mezhebên din hat qebûlkirin. Va ye Anadolu Agency (AA) bi kurdî xizmetê dide û di nav sînorên Herêma Kurdistana Iraqê de ofîsan vedike. Ev pêşveçûnên pir girîng in. Ev serkeftineke pêvajoya çareseriyê ye jî."
Akdogan destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê heke ku biçe serî ev yek dê ji bo hemû herêmê bibe model û wiha dewam kir: "Ji bo pirsgirêkên wek vana bi rêyên demokratîk bên helkirin ev dê bibe mînakeke xweş."
- AA li herêmê bû çavkaniya nûçeyan
AAyê di çarçoveya hedefên xwe yên sala 100emîn de di 1ê îlona 2013an de li Hewlêr û Enqereyê Servîsa Nûçeyên Kurdî vekir. AA di demeke kurt de di medyaya kurdan de bû çavkaniya nûçeyan û hejmara aboneyên xwe derxist 21an.
AA bûyerên li herêm û dinyayê li gor rêgezên "pêbawer", "bêalî", "rast" û "bilez" tevî wêne û dîmenan radigihîne aboneyên xwe. AA bi weşana xwe jî piştgiriyeke mezin da pêvajoya çareseriyê. AAyê bi nûçeyên ku li Hewlêr û Enqereyê tên çêkirin di navbera gelê Iraq û Tirkiyeyê de pireyên aştiyê ava kirin û ji bo pêşveçûna kurdî rê vekir.
- AA tercih kirin
Piştî weşanê li herêmê jî medyayê AA tercih kir. Li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê û Kerkûkê gelek saziyên medyayê AA tercih kirin.
Qanalên televizyonê KNN, NRT, Kerkûk TV, Tirkmenelî, Zagros, Payam, Gelî Kurdistan, Waar û Kurdistan TV; rojnameyên wek Kurdistan Nwe, Hawlatî, Xebat, Basnews û Destûr; Kovara Cîvîlê, Radyoya Gel û malpera Kurdîuyê jî di nav de 17 saziyan bi AAyê re peyman îmze kir. Li Tirkiyeyê jî TRT Şeş, Xeber.com.tr, Haberdiyarbakir û rojnameya Tîgrîs Xeberê bûn aboneyê AAyê. Bi tevahî 21 aboneyên weşana kurdî ya AAyê hene.
AA vê gavê bi zimanên tirkî, kurdî (kurmancî, soranî), erebî, îngilîzî, xirwatî-boşnaxî-sirpî, rûsî, fransî û arnewidî weşanê dike.