ANKARA
Anadolu Agencyê ji ber nûçeya ku di jimara rojnameya Zamanê ya îro de bi sernava "Xezîneyê 144 milyon pere daye AAyê ku zirar kiriye" hat dayîn ji ber îdiayên derewîn ji rojnameyê re tekzîb şand. Di nûçeya rojnameyê ya ku tijî derew û îdiayên çewt bûn hat derewandin.
Di metna tekzîbê de hat ragihandin ku budçeya ku ji AAyê re tê li gor xala 24emîn a Rêziknameya di Hikmê Qanûnê ya bi jimara 231an ve ji ser Midûryeta Giştî ya Çapemenî, Weşan û Enformasyonê ya Serokwezîrtiyê (BYEGM) tê kirin.
"Di 3 salên dawîn de bi hewl û xebatên ku hatin kirin ve berhemên AAyê yên ku tên firotin ji sedî 71 zêde bû. Ji ber vê jî ew îdiyaya ku di nûçeyê de dibêje AAyê zirar kir derew e.
Di tekzîbê de hat gotin ku hemû xebatên AAyê yên bazirganiyê ji aliyê wezîfedarên BYEGM û Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê ve bipergal tê kontrolkirin. Di hemû kontrolên ku hatine kirin de tu bêrêtî û derqanüniyek nehatiye dîtin.
Ji bilî vê jî ew budçeya ku ji AAyê re tê cihêkirin jî her sal di bin banê Meclisê de di nav budçeya ku ji BYEGMê ve re tê dayîn de tê niqaşkirin.
Der heqê rojnameya Zamanê de jî ji ber bi awayekî bêdestûr nûçe û wêneyên ajansê bikaranî û keda xebatkarên AAyê binpêkir serî li dozgeriyê hat dayîn.
Rojnameya Zamanê berê jî der heqê AAyê de nûçeyên derew weşand û ji ber vê jî Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ceza lê birî û rojek îlan neda rojnameyê.