20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
MARDÎN
Akademisyen û nûnerên saziyên civakî yên ku beşdarî komxebata "Pirsgirêka Kurdan û Tevgerên Îslamî" ya ku Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê çêdike bûn bertek nîşanî êrîşên rêxistina terorê PKKyê dan û xwestin ku ev çalakî bi dawî bibin.
Pispor û akademîsyenan gotin ku xendek, barîkat û teqemenî dibin sedem ku pirsgirêka kurd mezintir bibe, rê li ber pêvajoya çareseriyê digre û nahêle ku aramî û ewlehî çêbibe.
Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Îbrahim Ozcoşar ji nûçegihanê AAyê re got ku wek zanîngeh ew hewl didin ku li ser pirsgirêkên herêmê bernameyan çêkin.
Ozcoşar got ku tu tişt bi tundiyê nayê çareserkirin û wiha axivî: "Her kesê ku têkiliya wî bi tundiyê re tune divê aliyekî vê meseleyê bigre û niha jixwe pirsgirêk jî ev e. Ya rast li Tirkiyeyê rewşeke ku biçek û tundiyê ve daxwaza mafên kurdan bike nema. Ji ber vê kesên ku siyasetê ve eleqedar in divê bi rêya siyasetê di vê mijarê de tiştekî bikin."
- "Li gor min ev ji gelê kurd re îxanet e"
Endamê Lijneya Rêvebiriya Navenda Giştî ya Cemiyeta Belavkirina Ilim Osman Nurî Kabaktepe got ku xendek, barîkat û teqemenî ne rêya mafxwestinê ne û wiha axivî: "Ev ne bi tenê meseleya Diyarbekirê ye, ev meseleya Stenbol û Trabzonêye jî. Ji ber wê li gor min xendek, barîkat û teqemenî ji bo ku rê li ber pêvajoya çareseriyê bê girtin derketin holê. Li gor min ev ji gelê kurd re îxanet e, ev ji bo çareseriyê îxanet e. Derhal divê dev ji vê bê berdan. 200 hezar mirovî koç kir. Tu heqê kesî tune ku bibin sedema koça van kesan."
- "Divê aramî cardin pêk bê"
Endama Lijneya Rêvebiriya Weqfa Alîkariya Mirovî, Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) Gulden Sonmezê jî got ku xendeka pirsgirêka kurdan mezintir kiriye û wiha axivî: "Dema ku gotin êdî tu kesê nemre ji nişkêva xeberên pevçûn û mirinê hatin. Ji bilî kesên ku ji van pevçûnan berjewendiyan bid est dixin, divê her kes ji van aciz bibe. Divê xwerexnekirin bê kirin û aramiya ku mirovên herêmê di serî de herkes bendê ye cardin pêk bê."
- "Divê em çareseriyeke aştiyane û bêyî tundiyê bigerin"
Hîndekarê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Doç. Alk. Dr. Ahmet Ceylan jî got ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke kûr e û wiha axivî: "Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin gav hatin avêtin, lê xendek û barîkatan rê li ber girt. Li gor min niha li Tirkiyeyê bê tundî pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. 10 an 15 sal berê kurdî axaftin jî qedexe bû, lê niha ev li dû me ma. Pirsgirêk di asta xwe ya berê de nîne û guherînek heye. Di 10 salên dawîn de ji bo hevrajiyînê gavên cidî hatin avêtin. Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqê û demokratîkbûnê heta dawiyê vekirîne. Ji ber wê heta ku ev rê vekirî bin divê xwîn neyê rijandin."