Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo hilbihartina ku tê texmînkirin wê 1ê çiriya paşîn çêbibe, dest bi xebatan kir û pêşnûmaya dema hilbijartinê nîşan dide pêşkêşî partiyên siyasî kir.
Ji bo ku hikûmet bê avakirin dema 45 rojî ya ku di zagonê de hatiye destnîşankirin hindik ma ku biqede û ji ber vê îhtimala hilbijartinê zêde bû. Li ser vê LHByê dest bi xebatên xwe kir.
Lijneyê destnîşan kir ku di Qanûna Hilbijartinê ya Parlementeriyê de heqê lijneyê heye ku ew biryar bidin û 90 rojî daxînin. Li ser vê lijneyê pêşnûmayek amade kir û destnîşan kir ku ew dikarin amadehiyên xwe di nav 60 rojan de temam bikin.
LHByê pêşnûma pêşkêşî nûnerên 4 partiyên siyasî kirin. Nûnerê li vê pêşnûmayê binihêrin û heke pêşniyazên wan hebin an daxwazên wan hebin wê ji LHByê re bibêjin.
Piştî fikr û pêşniyazan LHByê dema hilbijartinê eşkere bike.