ANKARA
Li 4 bajarên mezin ên Tirkiyeyê ava di bendavên ava vexwarinê da zêde dibe.
Di bendavên li Stenbolê da rêjeya tijebûnê ji sedî 96,3, li Enqereyê ji sedî 26, li Îzmirê ji sedî 68,1 û li Bursayê jî ji sedî 81,5 e.
Meha borî rêjeya bendavan li Stenbolê ji sedî 85,3, li Eneqereyê ji sedî 21,8, li Îzmirê ji sedî 62,1 û li Bursayê ji sedî 79,1 bû.
Li gor daneyên Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê di navbera 1ê cotmeha 2014an û 26ê sibata 2015an da li Tirkiyeyê li gor salên berê ji sedî 11,2 û li gor sala 2014an jî ji sedî 78,8 zêdebûn heye.