STRASBOURG
19 kesan di daxwaznameya xwe de ji Ocalan re gotibûn "birêz" û ji ber vê jî hatibûn girtin. Van kesan serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê (AÎHM) dan û AÎHMê Tirkiye neheq derxist.
AÎHMê biryar da ku Tirkiye li dijî "madeya 10emîn a Peymana Mafên Mirovan ya Ewrupayê ya ku serbestiya îfadekirinê û madeya 6emîn ya ku bi edaletî darizandinê" tevgeriyaye.
Li gor biryara AÎHMê Tirkiye dê mesrefên wan jî tê de ji bo van kesan 60 hezar awro bide.
Ev kesên ku serî lê dabûn di sala 2008an de ji ber sûcê "pesindayîna sûc û sûcdaran" 3 meh cezaya hepsê xwaribûn û pişt re jî ev ceza kiribûn cezayê pereyan.
Van kesan nameyek şandibû Dozgeriya Komara Navçeya Halfetiyê ya Şanliurfayê û di nameya de gotibûn ku "Heke em ji kesekî re bibêjin 'birêz' ev sûc be em jî dibêjin 'Birêz Abdullah Ocalan' û em vî sûcî dikin û xwe îxbar dikin."