LONDRA
BBCya saziya weşanê ya Îngilistanê her çiqas PKK di lîsteya terorê ya fermî ya Îngilistanê da cî bigire jî çalakî û serboriya bixwîn a rêxistinê nabîne.
BBC di weşanên xwe da balê nakşîne ser çalakiyên biwxîn ên PKKyê û destnîşan dike ku rêxistin ji bo "nirxên însanî" şer dike.
BBC di nûçeya xwe ya bi navê "Şervanên PKKyê xwe amade dikin ku li dijî DAEŞê şer bikin" da endameke jin a 21 salî nîşan dide ku li eynika di destê xwe da dinihêre û wiha tê gotin: "Ez ji bo parastina nirxên însanî tevlî PKKyê bûm."
BBC di salên 1960î da li dijî ÎRAya cihêxwaz (Artêşa Komarê ya Îrlandayê) û bûyerên tundiyê zimanekî cuda diemiland. Wek mînak BBCyê di sala 1988an da piştî ku li rojhilatê Belfastê du leşkerên Îngilistanê dema ku ji wesaîtê peya kiribûn û bi lêdanê kuştibûn, digot "kuştinên hovane." Lê piştî ku ÎRAyê di sala 1994an da agirbest îlan kir û di sala 1998an da "Peymana Îna Pîroz" hat îmzekirin zimanê medyaya Îngilistanê guherî.
Di salên dawîn da jî çalakiyên ku li Îrlandaya Bakur diqewmin jî bi çend hevokan serwîs dikin.
Wezareta Karên Derva do weşanên BBCyê yên der barê PKKya rêxistina terorê da şermezar kiribû. Wezaretê di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "Weşanên ku tên kirin nayên qebûlkirin. Di serî da dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) gelek dewlet rêxistinê wek terorîst qebûl dikin, lê bi weşanên xwe piştgiriyê didin terorîzmê."
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "PKKya rêxistina terorê di meha dawîn da 64 kes qetil kir, 350 kes birîndar kir, 16 kes revand û li dijî rê û bendavan sabotaj kir. Lewra rêxistinên terorê ji weşanên wiha piştgiriyê hildidin û ev weşan jî îspata vê ye."
- Parastina BBCyê
BBCyê pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê mijarê da bi nivîskî bersivand û wiha got: "Em nûçeyên ku dinyayê eleqedar dikin bê teref amade dikin."
BBCyê destnîşan kir ku di weşanê da der barê jinên ku ji DAEŞê direvin û tevlî PKKyê dibin da nirxandinek heye û wiha hat gotin: "Di nûçeyê da bi vekirî tê eşkerekirin ku PKK ji bo Tirkiyeyê rêxistina terorê ye."