MARDÎN
Sultan Kosen bi bejna xwe ya 2 mêtre û 51 santêmî ve bejindirêjtirê dinyayê ye. Kosen ji bo beşdarî pîrozbahiya 60emîn salvegera Kitêba Rekorên Guînnessê bibe, diçe Londraya paytextê Îngilistanê.
Kosen li Dêrika navçeya Mêdrînê dijî. Kosen ji bilî bejna xwe, bi destê xwe yê 27,5 santîmî û bi piyê xwe 36,5 santîmî ve jî ketiye Kitêba Rekorên Guînnessê. Kosen ji bo pîrozbahiya 60emîn salvegera Kitêba Rekorên Guînnessê dewetî Londraya paytextê Îngilistanê kirin.
-Ji Tirkiyeyê tenê Kosen hatiye dewetkirin.
Heke Kosen beşdarî merasimê bibe, wê bi bejnbiçûktirînê dinyayê Chandra Bahadur Dangi (72) ku bejna wî 54.6 santêm e re were bal hev.
Sultan Kosen daxuyanî da nûçegihana AAyê û bi bîr xist ku ew 6 sal berê ket Kitêba Rekorên Guînnessê û ji wê demê û vir ve rekor ya wî ye.
Kosen got ku ji bo pîrozbahiya 60emîn salvegera Kitêba Rekorên Guînnessê ji Îngilistanê hat vexwendin û ew ê di 13ê sermawezê de di merasima Londrayê de Tirkiyeyê temsîl bike.