Ahmet Aydın
10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ragihand, "Encama hilbijartinên Stenbolê safî nebûye. Ji ber vê dê serîlêdana rêya îtiraza dereasayî bê kirin."
Berdevkê AK Partiyê Çelik li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî dan.
Çelik ragihand ku dê 28emîn Civîna Şêwrê û Nirxandinê ya AK Partiyê 26-27-28ê nîsanê li Kizilcahamamê bê lidarxistin.
Berdevk Çelik got, "Cenabê Serokomarê me, talîmat daye hemî serokên yekeyan, ji bo têgehiştina peyama ku welatiyên me li belde, navçe û wîlayetan dane me, hemî cure xebat bên kirin."
Çelik ragihand ku pêşniyaza derbarê bûyerên 1915ê ya ku pêşkêşî Parlementoya Îtalyayê bûye, bi tundî şermezar dikin û wiha pê de çû:
"Di vî warî de hûn dibin melzemeyê dîasporaya Eremniyan yên ku naxwazin têkilî normalîze bibin."
"Emê serî li rêya îtiraza dereasayî bidin"
Çelik derbarê hilbijartinên Stenbolê de wiha axivî:
"Hêviya me ew e ku encamên hilbijartinê bên safîkirin û bi awayî safî derkeve holê. Ew rêyên ku me serî li wan da, ne îro hatin îcatkirin. Ew rê ne bi xwe derxistine. Encama hilbijartinên Stenbolê safî nebûye. Ji ber vê dê serîlêdana rêya îtiraza dereasayî bê kirin."
"Em xwendina wê Qurana Pîroz a ku maçî dike, pêşniyazî wî dikin"
Çelik derbarê wê yekê ku Şaredarê Boluyê alîkariyên ji bo Sûriyeyên qut kir de wiha axivî:
"Di jiyana xwe ya siyasetê de cara ewil e ku em dibînin nijadperestî hewqasî eşkere û vekirî ji aliyê şaredarekî ve tê kirin. Ev şaredar bi maçîkirina Qurana Pîroz dest bi wezîfeyê dike. Em xwendina wê Qurana Pîroz a ku maçî dike, pêşniyazî wî dikin."
"Ti ferqa wê nîn e weke li dijî mirovan hatibe kirin"
Berdevk Omer Çelik derbarê jehrîbûn kûçikan li Batikentê wiha got, "Ew tişta ku li hember wan zîndewerên ku em li ser rûyê erdê bi wan re dijîn hat kirin, ti ferqa wê nîn e weke li dijî mirovan hatibe kirin. Serokomarê me hesasiyeta xwe ya di warê qanûna parastina heywanan de, bi dengekî bilind anî ziman. Di axaftinên xwe yên di vê mijarê de hişyarî da giştika saziyên dewletê. Hesasiyeta di vê mijarê de zê de ye."
Çelik derbarê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştiyê MHPê Dewlet Bahçelî wiha got, "Encamên hilbijartinê nirxandin û kêfxweşiya xwe ji encamên hilbijartinê anîn ziman."