ANKARA
Serşêwirmendê Çapemeniyê yê Serokomariyê Lutfullah Goktaş got: "Serokomarê me negot ku Kobanî aîdê kê ye. Der heqê vê mijarê de tiştek negot. Hin organên medyayê gotinên Serokomar yên der heqê Kobaniyê de berevajî kirine. Ev berevajîkirin mirovan xemgîn dike."
Goktaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Estonyayê vegeriya, di balafirê de daxuyanî da rojnamegeran. Ev daxuyanî ji aliyê hin organên medyayê ve hat berovajîkirin û bertek nîşanî vê berovajîkirinê da.
Goktaş got ku hemû raya giştî dizane ku Serokomar Erdogan li dijî cudakariyê ye û wiha pê de çû: "Dema ku Serokomar daxuyanî da jî got ku ew nakeve nav nîqaşan ku Kobanî ya kê ye. Lê anîn ev gotina Serokomar berevajî kirin. Ev li gor exlaqê çapemeniyê jî ne rast e. Serokomarê me negot ku Kobanî aîdê kê ye. Der heqê vê mijarê de tiştek negot. Hin organên medyayê gotinên Serokomar yên der heqê Kobaniyê de berevajî kirine. Ev berevajîkirin mirovan xemgîn dike."
Goktaş got ku Serokomar bal kişand ser drama Kobanê û herêmê û wiha dewam kir: "Gelê Kobaniyê ji tev de, Tirkiyeyê deriyê xwe ji hemû kesên ku ji kaos û terorê revîne re vekir."