ERZURUM
Li Erziromê ji ber ku zivistan e û hewa pir sar e hin caran zehmet e ku nexweşan bigihînin nexweşxaneyê. Lê bi saya 8 ambulansên bipalet, 2 snowtrack û firokeke ambulans a ku Wezareta Tenduristiyê şandiye herêmê ve nexweşan bi rehetî digihînin nexweşxaneyê.
Midûrê Bajêr ê Tenduristiyê Prof. Dr. Serhat Vançelîk ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li Tirkiyeyê xizmetên tenduristiyê pêş ve diçin û wiha axivî:
"Wezareta Tenduristiyê bi taybetî jî ji bo herêmên ku zivistan çetin derbas dibin ambulansên bipalet şandin. Ev ambulans li gund û navçeyên ku zêde berf dibarin rehettir xizmet tên kirin. Heke ev wesayît, ambulans û firoke nebin em nikarin bi rehetî xwe bigihînin nexweşan."
Vançelîk got ku dema ku ew xwe nikarin bigihînin nexweşan alîkariyê ji saziyên din jî dixwazin û bi xebata hevkar wan digihînin nexweşxaneyê.