20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
ANKARA
Li Sûriyeyê, ji destpêka agirbesta ku du meh berê hat îlankirin vir va, di êrîşên hêzên rejima Beşar Esed da 614 sivîl mirin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) di çaçroveya biryara bi jimara 2254 da, 27ê sibatê nîvê şevê agirbesta qismî û berwext hatibû îlankirin lê ji roja ewil a agirbestê vir va, hêzên rejimê agirbetê îxlal dikin.
Di meha ewil da herî zêde êrîş dibir ser Tirkmendagiya li çoltera Lazqiyê, rojavayê Helebê, başûrê Îdlibê, çoltera Gûtayê ya li başûrê Gûtayê, navend û çoltera rojavayê Dêrayê û Hûmûsê; di hefta dawî da jî başûrê Helebê hedef girtibûn.
Do piştî agirbestê gelek mirov hatibûn kuştin. Li herêma Kafr Nûbûl û Maret en-Nûmana ser Îdlibê 52, li herêma Balaya ser Gûtaya Rojhilat a Şamê 9, li Rastan û Telbîsa navçeyên Hûmûsê 2 bi tevahî 63 sivîl miribûn.
Balafirên rejimê do berî êvarê gule barandin ser Arbîna navçeya Şamê û Kafr Hamra û Meşheda ser Helebê. Li Arbîn û Kafrê sivîl nemirin lê li Meşhedê 7 kes mirin.
Li gor agahiya ku ji Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hat hildan, ji ber êrîşên hêzên rejimê di maweya agirbestê da 614 sivîl mirin.
Komîteya Bilind a Mizakereyê ku ji mixalifan pêk tê, pêr ji ber rageşiya ku li herêmê gihişt astekê bilind, hevdîtinên ku li Cenevreya bajarê Swêdê bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) tên kirin, yekalî taloq kiribû.
Tê çaverêkirin ku nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan De Mîstûra, li Cenevreyê îro bi heyeta rejimê ra were bal hev.