Bûyer piştî ku êrîş birin ser binaya HDPê jî neqediyan. Hin kesên ku li ser kolana Baha Şikmanê kom bûn, bi hinceta ku esnafekî piştgirî daye HDPê, êrişî dikana wî esnafî kirin.
Polêsan li der û dora pastaxaneyê tevdîrên ewhlehiyê girtin û ji bo ku êrîşkar belav bibin jî hişyarî da wan.
Koma êrişkaran guh nedan hişyariya polêsan û kevir avêtin polêsan. Polêsan jî bi xaza îsotê û avê ve mudaxaleyî êrîşkaran kir. Êrîşkarên ku ji ber mudaxaleya polêsan revîn, agir berdan konteynirên çopê û rê ji çûn û hatinê re girtin. Endamên komê dikan dan ber keviran.
Koma êrişkar, li taxa Komarê di kuçeya 504emîn de jî êrişî otêlekê û li taxa Gunlukbaşiyê jî êrişî şaxa heman pastaxaneyê kirin. Ji ber bûyeran di kargehan de zirar çêbû.
Ji ber bûyeran, ji polêsên bajarên Aydin, Bûrdûr, Antalya û Bodrûm; Marmarîs û Dalaman a navçeyên Mûglayê jî alîkarî hat xwestin. Ji bo mudaxaleya bûyeran hat diyarkirin ku ji Antalya û Aydinê jî 2 TOMA anîn navçeyê.
Polêsan li ber derê şaxa HDPê ya ku di kuçeya Dîspanserê de ye tevdîrên ewlehiyê girtin.
Waliyê Mûglayê Mûstafa Hakan Guvençer jî ji ber bûyeran daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku bi saya zîrektiya polêsan, wan nehîştiye ku bûyerên li navçeyê pir belav bibin.
Qeymeqamê Fethiyeyê Ekrem Çalik jî der barê bûyeran de daxuyanî da û got ku 28 kesên ku têkilî bûyeran bûne hatin binçavkirin.