23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
ÎZMIR
Li navçeya Konakê 37 kesên ku ji ber çalakiya derqanûnî li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin li ser daxwaza serdozgeriyê serbest hatin berdan.
Koma ku di nav wan de namzedên parlementeriyê HDPê yên Îzmirê Semra Uzunok, Canan Kaplan û rêvebirê bajêr ê HDPê Hacay Yilmaz hebû li ser Kolana Cangoriyên Qibrisê ya taxa Alsancakê xwestin ku bo kesekî di şerê li Kobanê de miribû konê şînê vegirin. Lê polêsan ji bo vê tevgerê komê hişyar kir û ji wan xwest ku bila belav bibin. Piştî hişyariyê polêsan namzedên parlementeriyê û rayedarê HDPê jî di nav de 37 kes binçavkir.
Muameleyên kesên binçavkirî li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê bi dawî bû û 37 kesên ji ber çalakiya derqanûnî hatin binçavkirin li ser daxwaza serdozgeriyê serbest hatin berdan.