Haydar Şahin
03 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku dîsa bi îftirayeke organîze ya CHPyê ra rûbirû man.
Çelîk bal kişand ku hesabên alîgirên FETOyê muzîk li dîmenên ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Îzmirê zêde kirin û weşandin, hesabên alîgirê FETOyê bi derew û montajê Erdogan xistin hedef.
Çelîk diyar kir ku ev derew ji kursiyê CHPyê hatin parvekirin û wiha pê da çû: "Berdevkê CHPyê dema der barê Serokomarê me da diaxive dibêje 'Dergûş di binê enqazê da ne muzîkê dide lêxistin', îmze diavêje dereweke nebaş a bêexlaq. Em vê derewê şermezar dikin. Lenetê li vê derewa bêexlaq tînin."
Çelîk got ku ji destpêkê pê va Serokomar Erdogan hemû îmkanên dewletê ji bo Îzmirê seferber kirin, bi xwe jî çû Îzmirê li cem ekîban cî girt, CHP bi vî awayî derewan diavêje û êrîşî Serokomar Erdogan dike ev jî bû mînaka dawîn a siyaseta derewan ya CHPyê û wiha pê da çû:
"Rêveberiya CHPyê hatiye halekî wisa ku bi montajan ji bo hemû operasyonên siyasî amade ye. Rêveberiya CHPyê xaleke din jî li hevkariya xwe ya bi dijminên Tirkiyeyê ra dike zêde kir. Ji bo siyaseta derewan îzaheke din tune. Ev demeke dirêj e ku em dibêjin rêveberiya CHPyê li pey reqabetê nîne li pey dijmintiyê ye. Rêveberiya CHPyê dijmintiya xwe hetanî ewladên me yên erdhejzede anî û asta xwe xist, ev li nirxên mirovahiyê heqaret e. Ya ku CHP dike mixalefeta siyasî nîne, li Komara Tirkiyeyê ya bi hemû saziyên xwe va ji destpêka afatê vir va hewl dide bêrêzî ye. Rêveberiya CHPyê ji kursî derewên alîgirên FETOyê anî ziman dibê vê bibîne û ji her kesî lêborînê bixwaze."