28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
MANÎSA
Cendirmeyê Pispor Şevket Kolankayayê ku li Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da birîndar ketibû li nexweşxaneya Akademiya Tipa Leşkerî ya Gulxaneyê (GATA) ya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.
Xebere cangorîbûna şehîd îro şebeqê dan malbata wî ya ku li Dîleka taxa Saruxanliya Manisayê rûdinê.
Hat ragihandin ku Kolankaya 24 salî bû û 2 zarokên wî yên bi navê Tunay (6) û Kuzey (2) hebûn.
Di 26ê adara 2016an da li Şirnexê teqemeniya ku di rê da hatibû bicîkirin teqiyabû û Cendirmeyê Pirspor Şevket Kolankaya birîndar bibû. Kolankaya rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û paşê jî sewqî GATAyê kiribûn.