ÎSTANBÛL
Cesedê Pamîr Dîkdîkê ku 3 sal nîvî ye û li Zekeriyakoya Sariyera navçeya Stenbolê winda bûbû, piştî lêgerîna 30 saetan di hewzê cînarê wan de hat dîtin.
Pamîrê ku di sîteya Beşevlerê de dijî, duh serê sibê beriya ku dê û bavê wî ji xewê şiyar bibin, ji malê derketibû û winda bûbû. Ji bo ku Pamîr bê dîtin dest bi lêgerînê hatibû kirin. Xebatên lêgerîna Pamîr xilas bûn.
Piştî 30 saetan cesedê Pamîr di hewzê cîranê wan de hat dîtin. Cendirmeyan cesedê wî ji hewz derxist. Dozger hat ser cesed û dê cesed bibin nexweşxaneyê.
- "Ewladê min ji dest min çû"
Serdar Dîkdîkê bavê Pamîr hat li ser hewzê ku Pamîr tê de xeniqî û qudûmê çokên wî şikestîbûn. Welatiyan piştî demekê Dîkdîk birin mala wî. Li vê derê dilê Dîkdîk şewitî, giriya û got "Ewladê min ji dest min çû, min nikaribû ku ez xwedî lê derkevim."