Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku cimaeta Gulen teşebus kir ku MHPyê bi dest bixe, lê belê di vê mijarê de serkeftî nebû.
Bahçelî piştî Komcivîna MHPyê ya li Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand.
Ji Bahçelî pirsîn ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Tugrul Turkeş îdia kir ku "cimaeta Gulen teşebus kir ku MHPyê bi dest bixe" gelo ew vê îdiayê çito dinirxîne, Bahçelî wiha bersivand: "Belê tiştekî wisa ceribandin, lê belê serkeftî nebûn."
Ji Devlet Bahçelî pirsîn ku "gelo ew ê beşdarî resepsiyona 29ê Cotmehê ya ku Serokomar Erdoganê bide, bibe an na?" Bahçelî li ser vê yekê wiha got: "Em ê herin Anitkabîrê, lê belê naçin resepsiyon û pîrozbahiyê."