Doza rojnamevana hollandayî Frederîke Hanneke Geerdink a ku bi hinceta propagandaya PKKê dike hatibû vekirin dest pê kir.
Bersûc Geerdînk û parêzerên wê di danişîna dozê ya li Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn a Diyarbekirê amade bûn.
Geerdînkê sûcên ku dibêjin propagandayê dike qebûl nekir û di parastina xwe de wiha got: "Hevpeyvînên min di kîjan çarçoveyê de dibe bila bibe, divê neyên cezakirin."
Dozgerê Komarê dosya pêşkêşî dadgehê kir. Di vê dosyayê de hat gotin ku tu rêç nehatiye dîtin ku bersûcê amblem, wêne an jî sembolên rêxistina PKKyê li cihekî ve aliqandiye, an jî cil û bergên ji van yek li ser in li xwe kiriye. Hat gotin ku ji ber vê divê di dozê de beraet bike.
Dadgehê parêzerên Geerdînkê jî guhdar kir û biryar da ku danişîna dozê bê taloqkirin.
Di îdianameyê de ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kirinê" ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Geerdînkê piştî danîşînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku li gor wê daxwaza meqamê îdiayê erênî ye.