DIYARBAKIR
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Huseyîn Yilmaz der barê namzediya Selahattîn Demirtaş a ji bo serokomariyê wiha got: "Demirtaş namzedê HDPyê ye. HDP jî partiyeke Tirkiyeyê ye, ne partiya kurdan e. Demirtaş ne namzedê kurdan e, namzedê HDPya ku partiya Tirkiyeyê ye. Ferqa wî û namzedên din ji hev tuneye."
Yilmaz li serokatiya bajêr ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Yilmaz di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê serokomar bi rayên gel were hilbijartin û ev jî bi tena serê xwe tiştekî girîng e û got ku ji ber astengiyên hiqûqî me nekarî namzedê xwe nîşan bidin.
Yilmaz diyar kir ku divê kesê ku wek serokomar were hilbijaratin heq û hiqûqê biparêze û li gor hesasiyetên Îslamî tevbigere û wiha got: "Em wek partî di hilbijartina serokomariyê de alîgirên xwe serbest berdidin, alîgirên me di biryarên xwe de azad in."